‏3 ciwan bi ala Kurdistanê ketin nava lîstgeha lîstika Manchester City û Galatasaray

‏3 ciwan bi ala Kurdistanê ketin nava lîstgeha lîstika Manchester City û Galatasaray

Welat TV - Hewlêr

Sê ciwanên Kurd bi ala Kurdistanê derbasî lîstgeha lîstika Manchester City û Galatasaray bûn û piştevaniya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê diyar kir.

Du ji ji wan ciwanan ala Kurdistanê bilind kir, û ciwanê din jî bi cilûbergên Kurdî derbasî lîstehê bû.

Dîmen bi şêweyekî berçav li ser torên civakî belav bûn, û çalakvanan dîmen parve kirin.

*Ala Kurdistanê tê bilindkirin

Di her xwepêşandan û çalakiyan de, Kurdistanî ala Kurdistanê bilind dikin û piştevaniya xwe ji Rojavayê Kurdistanê re didin diyarkirin.