Barrot: Divê rêgirî li hewlên vegera DAIŞê bo Sûriyê were kirin

Barrot: Divê rêgirî li hewlên vegera DAIŞê bo Sûriyê were kirin
Barrot: Divê rêgirî li hewlên vegera DAIŞê bo Sûriyê were kirin

Welat TV - Hewlêr

Fransa tekeziyê li ser rêgiriyê li hewlên vegera rêxistina DAIŞê ya terorîst bo Sûriyê, û piştgiriya agirbesta Hikûmetê û HSD dike.

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot di daxuyaniyekê de berya civîneke Yekîtiya Ewropayê li Brokselê got ku Fransa dê pabend be bi hewlên navdewletî yên jinavbirina terorê.

Got jî: "Gelek giring e ku rêgirî li her hewleke vegera Rêxistina DAIŞê bo Sûriyê were kirin".

Li aliyekî din wezîrê Derve yê Fransa diyar kir ku welatê wî piştgiriya rêkeftina agirbeestê û rêya tevlîbûna HSD di nava dezgehên dewleta Sûrî de dike.

Barrot got jî berdewamiya danûstandinan di vê çarçoveyê de ji bo bidestxistina encamên erênî û bihêzkirina aramiyê, giring e.