Tom Barrack û Fîdan li Enqerayê civiyan
Welat TV - Hewlêr
Şandiyê Emerîka yê taybet bo Sûriyê Tom Barrack û Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan civiyan.
Wezareta Derve ya Turkiyê ragihand ku Tom Barrack û Hakan Fîdan îro li Enqerayê civiyan, bê ku tu zanyariyan derbarê naveroka civînê û doseyên hatî gengeşekirin diyar bike.
Li gorî ajansa Anadol ya Turkiyê, herdu aliyan dawîn pêşhateyên rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.
Her weha doseya Îranê û hewlên kêmkirina girjiyên di navbera Emerîka û Îranê de, ji mijarên civînê bûn.