Rûsiya: Desthilata Sûriyê ji mêj ve dest ji dadgehkirina Beşar Esed berdaye

Rûsiya: Desthilata Sûriyê ji mêj ve dest ji dadgehkirina Beşar Esed berdaye

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Rûsiya Sergey Lavrov diyar kir hikûmeta veguhêz a Sûriyê dest ji dadgehkirina serokê rêjîma Sûriyê ya hilweşiyayî Beşar Esed berdaye.

Sergey Lavrov di daxuyaniyekê de got ku desthilata Sûriyê ji mêj ve dest ji dadgehkirina Beşar Esed berdaye.

Li gorî Lavrov, Beşar Esed ji ber sedemên mirovî li Rûsiya dimîne û tu rola wê di karûbarên siyasî yên Sûriyê de nemaye.

Ev daxuyanî tê, piştî serdana duh a serokê Sûriyê bo Qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ bo Mosko û civîna wî li gel serokê Rûsiya Vladimir Putin, ku di wê civînê de li gorî daxuyaniyên fermî ji herdu aliyan behsa peywendiyên dualî hate kirin bê ku behsa Esed were kirin.

Beşar Esed, sala 2024an beriya hilweşîna Rêjîma wî di 8 Berçileyê de reviya Rûsiya û ji wê demê ve li wir dimîne û ji ragihandinê dûr ketiye.

►Her weha bixwîne.. El-Şeri´ û Putin li Mosko peywendiyên dualî gotûbêj dikin