Lindsey Graham: Me projeyasaya "Rizgarkirina Kurdan" pêşkêş kir

Lindsey Graham: Me projeyasaya

Welat TV - Hewlêr

Endamê Encûmena Pîran a Emerîkî Lindsey Graham û sînatorekî din projeyasayek ji bo rizgarkirina Kurdan pêşkêş kir û hişyarî da êrîşkeran.

Graham di daxuyaniyekê de got: "Min û Sînator Sen Blumenthal me îro projeyasaya "Rizgarkirina Kurdan" pêşkêş kir".

Graham da zanîn, "Kurd hevalbendên me yên bawerpêkirî bûn, ez bawer im ku herdu partî piştevaniya parastina Kurdan li Sûriyê û derveyî wê dikin".

Lindsey Graham diyar kir, "HSD ku piraniya wê Kurd in, di serdema rêveberiya Trump a yekê de roleke mezin di nehiştina DAIŞê de list".

*Graham hişyariyê dide êrîşkeran

Sînator Lindsey Graham hişyarî da hikûmeta Sûriyê û got, "Êrîşa li ser Kurdan helwesta Emerîka lawaz dike û rêgiriyê li geşepêdana Sûriyê dike, ez ji êrîşkerên ku hizir dikin, armankirina Kurdan dê bê encam derbas bibe re, dibêjin hûn şaş in".