BCF alîkarî li kampa Domîz dabeş kirin
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî selikên xwarinê li ser bi sedan malbat li kampa (Domîz 2) li parêzgeha Duhokê dabeş kirin.
Xêrxwaziya Barzanî, li ser rûpela xwe di tora civakî "Facebook" de ragihand, di 4ê Nîsana 2024an de, bi hevakariyê li gel dezgeha (Hacî Yehya ya Xêrxwazî) û hemanhengiyê li gel parêzgeha Duhokê, selikên xwarinê li ser penaberan li kampa (Domîz 2) hatin dabeşkirin.
Serbar kir, 250 malbat ji van alîkariyan sûdmend bûn.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rêxistineke ne hikûmî ye, di warê mirovî de li Herêma Kurdistanê kar dike, alîkariyan ji peneber, derbider û xwedan pêdiviyên taybet re dabîn dike.