Ta dawiya Adarê.. 8 binpêkirin li dijî ragihandinê li Sûriyê hatine encamdan
Welat TV - Hewlêr
Komeleya Rojnamevanên Sûrî (SJA) raportek derbarê binpêkirinên dermafê ragihandinê li Sûriyê di her sê mehên yekem de ji sala 2024an derxist.
Li gorî raportê, di heyama sê mehan de 8 binpêkirin li dijî ragihandinê li Sûriyê hatine encamdan, 6 binpêkirin di Adarê de û 2 jî di Sibatê de.
SJA diyar kir, ”Desteya Tehrîr Elşam” berpirs e di ber 5 binpêkirinan de, PYDê berpirs e di ber 2yan de û rêjîma Sûrî jî binpêkirinek encam daye.
Komeleya Rojnamevanên Sûrî bang li civaka navdewletî û rêxistinên çalak kir ku bi berpirsyaretiya xwe ji bo parastina rojnamevanan rabin, amaje kir ku rola ronamevan weke jêdereke zanyariyan girîng e û berevaniyê d ber mafên mirovan de dikin.
SJA hişyarî da ku kuştina rojnamevanan tawaneke cengî ye û divê kesên berpirs di ber van tawanan di demeke nêzîk de werin sizakirin.