Di 3ê mehan de.. CENTCOMê 94 operasyon li dijî DAIŞê li Sûriyê û Îraqê encam dane

Di 3ê mehan de.. CENTCOMê 94 operasyon li dijî DAIŞê li Sûriyê û Îraqê encam dane

Welat TV - Hewlêr

Fermandariya Hêzên Navendî ya Emerîkayê (CENTCOM) îro di daxuyaniyekê de encamdana 94 operasyon li dijî çekdarên rêxistina DAIŞ aterorîst li Îraq û Sûriyê di sê mehên borî de ragihand.

Daxuyaniyê diyar kir, ji destpêka 2024an ta dawiya Adarê, CENTCOMê bi hevkariyê li gel hevkarên xwe yên di erkê têkbirina DAIŞê de li Sûriyê û Îraqê, bi giştî 94 erk ji bo têkbirina DAIŞê pêk anîn, di encamê de, 18 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 63 jî hatin girtin.

Serbar kir, li Îraqê 66 operasyonên hevbeş hatine encamdan, di encamê de ,11 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 36 jî hatine girtin, li Sûriyê jî 28 operasyonên hevbeş hatine encamdan, tê de, 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 27 jî hatine girtin.

Daxuyaniyê amaje bi wê yekê jî kir, Operasyonên bidûçûnê yên ji bo desteserkirina derdora 2500 çekdarên DAIŞê li Îraq û Sûriyê, hêmaneke girîng e ji bo têkçûna hertimî ya vê rêxistinê.

Di vê derbarê de, Fermandarê CENTCOMê General Michael Eric Kurella da zanîn: Em pabend in bi têkbirina hertimî ya rêxistina DAIŞa ji ber metirsiya wê li ser astên herêmî û cîhanî.