Herêma Kurdistanê dayîna vîzayê ji bo welatiyên Sûriyê rawestand
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dayîna vîzayê ji bo welatiyên Sûriyê rawestand.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand, li ser fermana Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed, dayîna vîzayê ji bo welatiyê Sûrî yên xwedan pasaport û belgeyên geştiyariya Sûriyê ji 29ê Adarê ve hate rawestandin.
Serbar kir, bi tenê welatiyên Sûrî yên hilgirên nişîngeya Emerîka, Kenada û Ewropayê, dikarin vîzayê bo heyama 30 rojî werbigrin.
Diyar kir jî, geştyar û kesên ku beriya 29ê Adarê hatine Herêma Kurdistanê, nikarin nişîngeyê werbigrin û divê beriya bidawîbûna dema vîzaya xwe ji Herêma Kurdistanê derkevin.
Rêveberê Nişîngeha Hewlêrê Şêx Kamil Mihemed roja 30î Adarê ragihandibû, Wezîrê Navxwe dayîna vîzayê ji bo welatiyên Sûriyê yên ku ji bo kar tên li Herêma Kurdistanê rawestand, ev yek jî ji bo peydakirina derfetên kar ji welatiyên Kurdistanê re.