Yekîtiya Ewropa pêşwaziyê li rêkeftina HSD û Hikûmetê dike
Welat TV - Hewlêr
Yekîtiya Ewropa pêşwazî li rêkeftina HSD û Hikûmetê kir û banga parastina mafên tevaya miletê Sûriyê kir.
Enwer El-Enûnî berdevkê fermî yê Yekîtiya Ewropa bo Karûbarên derve û siyaseta ewlehiyê di daxuyaniyekê de got, yekîtiya Ewropa Pêşwaziyê li rêkeftina di navbera desthilatdariya Sûriyê ya veguhêz û HSD de dike û ew bang li hemû aliyan dikin ku vê rêkeftinê bi niyazên pak bi cî bikin.
Navbûrî, da zanîn, rawestiyana karên tundiyê gelek pêwîst e ji bo gihandina alîkariyên mirovî, parastina Sivîlan û vegera derbideran.
*Gerentîkirina mafan
Li gorî daxuyaniya berdevkê Yekîtiya Ewropa, aramiya bakurê rojhilatê Sûriyê hêmaneke sereke ye ji bo serkeftina veguhestina siyasî ya giştgir û gerentîkirina mafên tevaya miletê Sûriyê.
Enwer El-Enûnî bang li tevaya aliyan kir ku ewlehiya kampan û girtîgehan were gerentîkirin û kar ji bo qedexekirina vegera DAIŞa terorist were kirin.
►Her weha bixwîne:
Mezlûm Ebdî: Artêşa Sûriyê derbasî deverên Kurdî nabe
Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyê: Zeviyên petrolê, dergeh û balafirxane tên radestkirin