Yekem car e.. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xwe digihîne Helebê

Yekem car e.. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xwe digihîne Helebê

Welat TV - Hewlêr

Yekem car e, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihandin herdu taxên Kurdnişîn li bajarê Helebê.

Îro 31ê Çileyê 2026an, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xwe gihand taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, û alîkarî li ser malbatan belav kirin. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser rûpela xwe ragihand, ku alîkarî li ser 600 malbatan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê belav kirin.

*206 bargihlgir gihandine Cizîrê 

Ji 20 mehê ve, dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajar û bajarokên Cizîra Rojavayê Kurdistanê kar dike, ta niha 206 barhilgir derbasî kirine û alîkarî gihandine 6 bajarên Cizîrê.

*Hewl ji bo Kobaniyê berdewam in

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand ku ew nivîsegehekê li Qamişlo vedikin û hewl didin bigihin Kobaniyê jî û alîkariyan pêşkêş bikin.

*Alîkariya 1119 malbatên vegeriyayî Efrînê 

Li bajarê Efrînê jî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di gihandina alîkariyan bo malbatên vegeriyayî berdewam e, li gorî dawîn amarên dezgehê, alîkarî pêşkêşî 1119 malbatên ji Tebqayê vegeriyayî kirine.