Bi hezaran kes li Siwêdayê banga serxwebûnê dikin
Welat TV - Hewlêr
Xwepêşandeke berfireh li bajarê Siwêdayê bi rê ve çû, tê de xwepêşanderan banga serxwebûnê kir.
Îro, 31ê Çileya 2026an, li Qada Keramê ya navenda bajarê Siwêdayê, xwepêşandeke berfireh bi rê ve çû, tê de bi hezaran kes beşar kir û banga mafê çarenivîsî û serxwebûnê kir.
Xwepêşanderan ala Durziyan û ala hêzên "Zêrevanên Niştîmanî" bilind kirin û banga serbestberdana girtiyan ji hikûmeta Şamê kir.
*Damezrandina hêzê
Ji ber binpêkirinên ku di dermafê Durziyan de li meha Tîrmeha 2025an de hatin encamdan, di 23yê Tebaxa heman salê hejmarek ji girûpên çekdar ên xwecihî li Siwêdayê, di bin navê El-Hers El- Wetenî ango zêrevanên Niştîmanî gihan hev û yekîtiya xwe ragihand.
Ji wê demê ve, Durzî banga serxwebûnê dikin û berpirsên wan dibêjin êdî qonaxa dubare vegere danûstandinan li gel Hikûmetê bi dawî hatiye û dem a serxwebûnê ye.