Serok Barzanî: Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê erkekî niştîmanî ye
Welat TV - Hewlêr
Peyama Serok Mesûd Barzanî di xwepêşandana ji bo Rojavayê Kurdistanê li bajarê Bonnê yê Elmanya hat xwendin.
Serok Barzanî di peyama xwe de got, "Erkê niştîmanî ye ku piştevanên Rojavayê Kurdistanê bin, û spasiya Fedrasyona Revanda Kurdistanî û her kesekî ku piştevanê Rojavayê Kurdistanê bûn, dikin".
*"Kurdan mirovahî parast"
Serok Barzanî diyar kir, "Gelê Kurd mirovahî di şerê li dijî DAIŞê de parast û niha divê mirovahî gelê Kurd biparêze Serok Barzanî tekez kir, Kurd li Rojavayê Kurdistanê li pêş gefeke nû ne û erkê niştîmanî ye em piştevan bin û divê Civaka Navdewletî bi erkê xwe rabe û nehêle êş û azar dubare bibin".
*Pabendbûn bi rêkeftinê
Serok Barzanî, daxwaz ji Hikûmeta Sûriyê û HSD dikim pabendî agirbestê bin û pêşwazî li biryara serokê Sûriyê ya derbarê mafên Kurdan kir û got divê di destûrê de werin çespandin.
Peyama Serok Barzanî ji aliyê serokê Fedrasyona Revanda Kurdistanî Şîfa Barzanî ve hat xwendin.