Fransa pêşwaziyê li rêkeftina HSD û Şamê dike

Fransa pêşwaziyê li rêkeftina HSD û Şamê dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri’ û serokê Fransa Emmanuel Macron dawîn pêşhateyên li Sûriyê û rêkeftina Hikûmetê li gel HSD di pêwendiyeke telefonî de gotûbêj kirin.

Serokatiya Sûriyê di daxuyaniyekê dê de ragihand, Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ û serokê Fransa Emmanuel Macron dawîn pêşhateyên li deverê gotûbêj kirin, û El-Şeri’ tekezî li ser girîngiya piştevaniya pêvajoya siyasî li Sûriyê, her weha çespandina seqamgîriyê kir.

Li gor daxuyaniya serokatiya Sûriyê, herdu alî li ser rêkeftina giştgir a hikûmetê bi HSD re axivîn, û serokê Fransa pêşwazî li rêkeftinê kir her weha tekezî li ser girîngiya bicîkirina naveroka wê rêkeftinê kir, ku yekîtî û serweriya Sûriyê werin parastin.

Serokatiya Sûriyê da zanîn jî, Serokê Fransa tekezî li ser berdewamiya piştevaniya xwe ji seqamgîrî, dubare avakirin û dadmendiyê li Sûriyê kir.