Serok Barzanî û Ehmed El-Şeri’ tekeziyê li ser çespandina aştî û seqamgîriyê dikin
Welat TV - Hewlêr
Serok Barzanî li gel serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ dawîn pêşhate gotûbêj kirin.
Baregeha Barzanî ragihand ku pêwendiyeke telefonî di navbera Serok Barzanî û El-Şeri’ de hate encamdan.
Di pêwendiyê de, behsa rewşa Sûriyê û dawîn pêşhate û rêkeftina Hikûmeta Sûriyê û HSD û gavên pêşerojê, hate kirin û tekezî li ser pêwîstiya çespandina aştî û seqamgîriyê li Sûriyê hate kirin.
Serok Barzanî û Ehmed El-Şeri’ tekezî kir ku diyalog û lihevtêgihiştin rêya tekane ye ji bo çareserkirina kêşe û nakokiyan.
Ji aliyê xwe ve jî serokatiya Sûriyê di daxuyaniyekê de got, El-Şeri’ li gel serok Barzanî axiviye û ji Serok Barzanî re tekez kiriye ku mafên Kurdan ên niştîmanî, siyasî û sivîl dê parastî bin.