HSD navê Nûredîn Ehmed ji bo posta Parêzgarê Hesekê daye Şamê

HSD navê Nûredîn Ehmed ji bo posta Parêzgarê Hesekê daye Şamê
HSD navê Nûredîn Ehmed ji bo posta Parêzgarê Hesekê daye Şamê

Welat TV - Hewlêr

HSD navê 2 berpirsên xwe ji bo wergirtina postên Parêzgarê Hesekê û cîgirê wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê dane Şamê.
 
Medyaya nêzîkî HSDê da zanîn ku HSD navê Nûredîn Ehmed ji bo posta Parêzgarê Hesekê daye Şamê.

Heman jêderan ji Nûredîn Ehmed veguhestiye ku Hikûmeta Sûriyê razî bûye ew bibe parêzgarê Hesekê.

Ehmed diyar kiriye jî: "Di van du rojên bê de em ê biçin Şamê".

Li gorî zanyariyan Nûredîn Ehmed ku bi "Ebû Umer Xanîka" tê naskirin, berpirsê Peywendiyan yê HSD bû û berya wê jî Berpirsê zindana Elaya bû.

*Posta Cîgirê Wezîrê Berevaniyê
 
Li aliyekî din hin jêderên xwecihî belav kiriye ku HSD herweha navê "Çiya Kobanî" ku berpirsê zindana Eqtan ya Reqayê bû, ji bo wergirtina posta cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê pêşkêşî Şamê kiriye. 

Li gorî rêkeftina di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyê de, HSD dê navên 2 kesan ji bo wergirtina postên Parêzgarê Hesekê û Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê pêşkêş bike. 

Heta niha HSD bi fermî tu daxuyanî li ser vê yekê nedane û ev yek piştrast yan red nekiriye.