Serok Barzanî û Karbirêkarê Balyozxaneya Emerîka li Îraqê rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Serok Barzanî û Karbirêkarê Balyozxaneya Emerîka li Îraqê, civiyan û pêşhatên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gotûbêj kirin.
Îro Serok Barzanî û Coşwa Harês li Pîrmamê li Hewlêrê civiyan, di civînê de, Kunsila Giştî ya Emerîka li Herêma Kurdistanê Wêndî Girîn jî beşdar bû.
Baregeha Barzanî derbarê civînê ragihand ku Karbirêkarê Balyozxaneya Emerîkî spasiya Serok Barzanî li ser piştevaniya wî ji rêkeftina dawîn re ya di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de, kir.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya Emerîka kir li ser piştevaniya gelê Kurdistanê.
Her weha herdu aliyan nêrîn derbarê piroseya siyasî li Iraqê bi hev guhertin û tekezî li ser giringiya pabendiyê bi destûrê kir.