Şandeke ewlehî ya hikûmetê derbasî bajarê Kobaniyê bû

Welat TV - Hewlêr

Şandeke hikûmeta Sûriyê derbasî Kobaniyê bû ji bo bicîkirina rêkeftina di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de.

Jêderên Welat TV li Kobaniyê da zanîn ku îro şandeke ewlehî ya hikûmetê derbasî Kobaniyê bû û 2 demjimêran bi Asayîşa Kobaniyê re civiya.

Jêderan diyar kir ku ew şand bi 4 otombîlan derbasî Kobaniyê bû ji bo hemahingiya karê hevbeş di pêşerojê de.

Jêderan da zanîn jî ku hêzên ewlehî yên hikûmetê li Rojavayê Kobaniyê li gundên navçeya Şêxler û gundê Qenê bi cî dibin.

Biryar e sibe gava yekê a bicîkirina rêkeftina di navbera HSD û hikûmetê de were avêtin, ku li gorî rêkeftinê lîwayek ji hêzên Kobaniyê tê avakirin di çarçoveya firqeyekê de li Helebê.