Xêrxwaziya Barzanî alîkarî li ser 700 malbatî li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê belav kirin
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî li ser 700 malbatî li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn Helebê belav kirin.
Xêrxwaziya Barzanî ragihand ku îro tîmên wê alîkariyên xwarinê û yên din li ser 700 malbatî li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê belav kirin.
Dezgehê diyar kir ku alîkariyan, betanî, doşek, selikên xwarinê, madeyên paqijkirinê û pêdviyên zarokan li xwe digirtin.
Duh jî, tîmên Xêrxwaziya Barzanî alîkarî li ser 600 malbatî li herdu taxan belav kiribûn.