Rêxistina Asûrî Demokratîk: Rêkeftina HSD û hikûmetê gaveke li ser tê avakirin

Welat TV - Hewlêr

Rêxistina Asûrî ya Demokratîk bang li hikûmeta Sûriyê û HSDê kir ku pabendiyê bi rêkeftina rawestandina şer bikin û diyar kir ku rêkeftina rawestandina şer gaveke li ser tê avakirin.   

Rêxistina Asûrî di daxuyaniyekê de ragihand ku ew pêşwaziyê li vegera dewletê bi hemû dezgehên xwe bo parêzgeha Hesekê û serweriya wê li ser hemû xaka Sûriyê dikin.

Daxuyaniyê tekezî li ser giringiya parastina pirengiya civakî li Hesekê kir, ku pêkhateyên deverê ji Kurd, Ereb, Siraynên Asûrî, Misilman, Kirisriyan û Êzdî ji salên dirêj ve lê dijîn bê ku tu bûyer li ser bingehên netewî, olî yan taifî bên tomarkirin.

Rêxistina Asûrî tekezî li ser giringiya misogerkirina beşdariya hemû pêkhateyên deverê û aliyên siyasî û civakî di rêvebirina karûbarên parêzgehê û dezgehên wê de kir.

Daxuyaniyê her weha diyar kir ku ev rêkeftin gaveke li ser tê avakirin berev diyalogeke niştîmanî Sûrî giştgir ji bo avakirina Sûriyeyeke nû li ser bingeha welatîbûna yeksan, hevpariya rasteqîne, demokrasî û rêzgirtinê li mafê mirovan.