Her Tişt Nû Dest Pê Dike
Piştî êrîşa artêşa rejîma Sûriyê li dijî Kurdan li Helebê di 6ê Çile de, ku bi dorpêçkirina Rojavayê Kurdistanê, tevî Hesekê, Qamîşlo û Kobaniyê berdewam kir, hate ragihandin ku HSD û Şam gihîştine rêkeftinekê.
Lihevkirina di navbera Şam û HSD de serhildana yekgirtî ya cîhanî ya raya giştî ya Kurd û destpêşxeriyên dîplomatîk ên piralî yên ku ji hêla aktorên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ve hatine kirin diyarker bû. Hem berteka xurt a raya giştî ya Kurd û hem jî hewlên dîplomatîk a ku ji hêla Başûrê Kurdistanê ve hatî pêşxistin, li paytextên mezin ên cîhanê û di wijdanê raya giştî ya cîhanê de deng veda.
Li gorî peymana ku di navbera HSD û rejîma Şamê de hatî çêkirin: Di gava yekem de, agirbest di navbera aliyan de tê ragihandin û hêzên leşkerî yên her du aliyan ji xetên têkiliyê vedikişin.
Hêzên ewlehiyê yên di bin Wezareta Karên Hundir de li navendên Hesekê û Qamişlo têne bicihkirin, yekîneyên ewlehiyê yên herêmî di nav hikûmeta navendî de entegre dibin.
*Avakirina firqeyekê
Xala herî girîng a nakokiyê heta niha, entegrekirina HSDê di nav artêşa navendî de, xuya ye ku bi avakirina firqeyekê ku ji sê tugayan ji Hêzên Demokratîk ên Sûriyê û entegrekirina tugayekê ji hêzên Kobaniyê di nav firqeya li parêzgeha Helebê de pêk tê, hatiye çareserkirin. Parastina hebûna çekdarî ya Kurdan bi vî rengî (li asta tugayê/firqeyê) wekî xalek sereke ya peymanê tê dîtin.
Li gorî peymanê, kesên ku ji hêla HSDê ve têne destnîşankirin dê ji bo parêzgariya Hesekê û posta Cîgirê Wezîrê Parastinê werin tayînkirin. Wekî din, vegera kesên koçber bo herêmên wan dê were hêsankirin.
Xalên peymanê yên di derbarê perwerdehiya bi zimanê Kurdî de nezelal in; ne diyar e ka Kurdî dê wekî zimanê perwerdeyê berdewam bike an jî wekî dersa bijarte were pejirandin. Cihbicihkirina peymanê bi qasî çarçoveya wê ya giştî girîng e. Em ê hemî qonaxa pêkanînê temaşe bikin û çavdêriyê bikin.
Ji aliyekî din ve peymana ku di navbera HSD û Şamê de hatiye çêkirin ji Peymana 10ê Adara 2025an kêmtir girîng e, lê ji fermana 16ê Çileya 2026an a serokê Hikûmeta Demkî ya Şamê, Şara, girîngtir e.
Lihevkirina di navbera HSD û Şamê de ji Peymana 10ê Adara 2025an li paş e ji ber ku destê HSD li gorî salek berê pir lawaz bûye. Ew ji fermana 16ê Çileya 2026an a serokê Hikûmeta Demkî ya Şamê, Şara, li pêş e, ji ber ku atmosfera siyasî ya ku di du hefteyên dawî de bi sûda Kurdan guheriye, êrîşkariya rêveberiya Şamê hinekî kêm kiriye.
Peymana di navbera HSD û Şamê de ji bo Kurdan ne têkçûn e, ne jî serkeftineke tam e.
Ev peyman dikare ji bo Kurdan wekî bêhnvedan û derfeta komkirina hêzan were nirxandin. Xaleke girîng ev e ku hemî partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, tevî ENKS, vê peymanê wekî gavek girîng ji bo pêşerojê dibînin. Lê belê, ji ber ku ev peyman li ser hevsengiya demkî ya hêzê hatiye avakirin, zehmet e ku zêde bidome. Wekî din, dema behsa hêzekê cîhadîst, firsendperest û bêstûn mîna HTŞ bkin, tu sedemek tune ku em pê bawer bikin. Peymana ku ji hêla Rêveberiya Demkî ya Şamê ve hatiye îmzekirin jî dûrî garantiyên destûrî ye, ji ber ku hîn destûrek tune.
Bi kurtasî, çawa ku pêşeroja rêveberiya niha ya Şamê ne diyar e, pêşeroja peymana îmzekirî jî mijara nîqaşê ye. Çar erkên bingehîn ên li pêşîya Kurdên Rojava divê gelê me li Rojavayê Kurdistanê peymana heyî wekî derfetek bibîne û li ser pêşerojê bisekine da ku statuyek federal li ser bingeha azadî, ewlehî û garantiyên destûrî bi dest bixe. Di vê çarçoveyê de:
*Yekem; pêşeroja Kurdên li Sûriyê di serî de bi yekîtiya neteweyî li ser stratejiyek neteweyî ve girêdayî ye. Ji bo vê armancê:
*Divê Heyeta Hevbeş a Kurd a ku di Konferansa Qamişlo ya 26ê Nîsanê de hatiye damezrandin bi lezgînî were aktîfkirin. Di heman demê de, divê hemî sazî û destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê nasnameyek neteweyî werbigirin.
*Divê navên konjonkturî û çêkirî bên terikandin, û erdnîgariya ku Kurd lê dijîn bi navê wê yê rastîn, Kurdistan were destnîşankirin.
*Divê nexşerêyek were çêkirin da ku yekparçeyiya erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê were misogerkirin û desthilatdariya Kurdî li deverên dagirkirî yên wekî Efrîn û Serêkaniyê were avakirin.
*Duwemîn, Komîteya Hevbeş a Rojavayê Kurdistanê divê hevkariyek vekirî û fermî ya stratejîk bi Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê re ava bike.
*Sêyemîn, divê serokatiya siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ji bo afirandina destûrek demokratîk û piralî bi hemî komên muxalefetê yên li Sûriyê - Elewî, Durzî, Xiristiyan, Demokrat û Laîk - ku ji hêla hêzên cîhadîst ve têne hedefgirtin, gav bavêje. Ji niha û pê ve, hem pêşeroja Kurdan û hem jî avakirina aştî û aramiyê li Sûriyê bi afirandina destûrek piralî û demokratîk ve girêdayî ye.
*Çaremîn û ya girîngtir, divê bi hemî navendên herêmî û cîhanî re pêywendîyên dîplomatîk were sazkirin. Divê rastiya ku azadiya gelê Kurd hêmanek girîng a aştî û aramiyê li herêmê û cîhanê ye, di hemî navendên cîhanî de bi xurtî were tekezkirin.
Dikare were gotin ku ji bo gelê Kurd li Sûriyê her tişt nû dest pê dike. Em diyar dikin ku di her qonaxekê da em amade ne bê şert û merc piştgirîya birayên xwe yên Kurdistana Rojava bikin.
Bayram Bozyel - Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)