Dêra Zorê.. Bingeha Konîko ya Emerîkî hat armanckirin

Dêra Zorê.. Bingeha Konîko ya Emerîkî hat armanckirin

Welat TV - Hewlêr

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, derengiya êvara borî milîsên ser bi Îranê ve bingeha kêlgeha Konîko ya Emerîkî li Dêra Zorê bi mûşekan armanc kir.

Rewangehê diyar kir, ji 19ê Cotmeha 2023yan ve, milîsên ser bi Îranê ve 124 caran bingehên hêzên Emerîkî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê armanc kirine, di encamê de, ziyanên canî û madî hatine tomarkirin.

Li gorî rapotê, bingehên ku hatine armanckirine ev in:

- Bingeha kêlgeha Elomer 35 caran hatiya armankirin.
- Bingeha kêlgeha Konîko 35 caran.
- Bingeha Elşedadî 16 caran.
- Bingeha Xerab Elcîr 17 caran.
- Bingeha Eltenef 15 caran.
- Bingeha Til Bêder 2 caran.
- Bingeha Emerîkî li devera Robariya li Dêrikê 2 caran.
- Bingeha Qesrikê carekê.
- Bingeha ”Îstîrahet Elwezîr” carekê.

9 bingehên Emerîkî û yên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hene, yek li devera Eltenef li gundewarî Humsê ye, 2 li Dêra Zorê ne û 6 jî li Rojavayê Kurdistanê ne.