Erebên hawirde bitemenekî kurd li Efrînê eşkence kir

Erebên hawirde bitemenekî kurd li Efrînê eşkence kir

Welat TV - Hewlêr

Li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, şivanên ereb ên hawide li welatiyekî kurd ê bitemen da û bi tundî birîndar kir.

Tawan li deşta gundê Çolaqa yê ser bi Cindirêsê ve rû daye, li gorî jêdereke nêzîk ji malbatê ji Welat TV re da zanîn: Ferîd Hiso bi xwe ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta ye, lê darên wî li deşta gundê Çolaqa ne, dema berê xwe daye zeviyên xwe keriyê bezê ereban di nava zeviyên xwe dîtin, hewl da rêgiriyê li çêrandinê bike, lê rastî lêdana tund hat.

Jêderê tekez kir: Hejmarek şivanên ereb red kirin ji nava zeviyên wî derkevin li wî jî dan û birîndar kirin niha rewşa wî ya tendirustî ne baş e.

Li bajarê Efrîna di 15ê Adarê de, hejmarek ji erebên hawirde zarokekî kurd da ber kêran û birîndar kir.

Komek ji erebên hawirde li zarokê kurd Rodî Mihemed Çeqel xist û hewla kuştina wî da. Rodî 16 salî ye.

Beriya wê bi 2 rojan, li bajarê Cindirêsê yê Efrînê zarokê kurd Ehmed Xalid Memo, yê 16 salî bi destê kesekî ereb bi navê Yamin Ehmed Ibrahîm bi şêweyekî hovane hatibû kuştin û termê wî avêt bîrekî kûr.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di daxuyaniyekê de ji Hevpeymaniya Niştîmanî ya oposizyona Sûriyê, û Hikûmeta Demkî ewlehiyê biparêzin, û tawanbaran siza bidin. Ji Civaka Navdewletî jî xwest bi erkê xwe yê siyasî, rewiştî û yasayî li deverên ku binpêkirin tê de hene, pêk bîne.