Elmanya rola Herêma Kurdistanê di aramkirina rewşa Sûriyê de bilind dinirxîne

Elmanya rola Herêma Kurdistanê di aramkirina rewşa Sûriyê de bilind dinirxîne

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cîgira seroka perlemana parêzgeha Bakurê Rayin - Wistvaliya ya Elmanya rewşa Sûriyê û deverê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got: Me li gel xanim Bêrîvan Aymaz cîgira seroka perlemana parêzgeha Bakurê Rayin - Wistvaliya ya Elmanya çawaniya bihêzkirina peywendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Elmanya de gotûbêj kir.

Ji aliyê xwe ve, Bêrîvan Aymaz rola Herêma Kurdistanê di parastina ewlehî û seqamgîriya deverê de, û di aramkirina rewşê û nehiştina girjiyên dawiyê li Sûriyê her weha berevanîkirin di ber mafên gelê Kurd û tevaya pêkhateyan de bilind nirxand.