Ewlehiya navxwe derbasî bajarê Kobaniyê dibe
Welat TV - Hewlêr
Hêzên ewlehiya navxwe yên hikûmeta veguhêz a Sûriyê derbasî bajarê Kobaniyê dibin û li navçeya Şêxler bi cî dibin.
Îro karwanekî ewlehiya navxwe ya hikûmetê ku ji hejmarek otombîl pêk tê derbasî Kobaniyê dibe.
Di vê derbarê de, Ajansa Sana ya Fermî da zanîn ku ewlehiya navxwe dest bi belavbûnê li navçeya Şêxler a bi ser Kobaniyê ve kiriye û hêzên mayî di demjimêrên bê de li deverên din ên Kobaniyê belav didbin.
Ev yek tê piştî ku duh fermandarê ewlehihiya navxwe li Helebê Mihemed Ebdulxenî derbasî Kobaniyê bû û li gel Asayîşa bajêr civiya.
Derbasbûna ewlehiya navwe bo Kobaniyê dikeve di çarçoveya bicîkirina rêkeftina HSD û hikûmetê de, ku li gorî rêkeftinê lîwayek ji hêzên Kobaniyê tê avakirin di çarçoveya firqeyekê de li Helebê.
►Her weha bixwîne.. 22 barhilgirên alîkariyan ji Heleb berev Kobaniyê diçin