Barrot: Serdana deverê dikim ji bo tekeziyê li ser bicîkirina rêkeftina HSD û hikûmetê
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Fransa dawiya vê hefteyê serdana deverê dike ji bo çavdêriya bicîkirina rêkeftina HSD û hikûmeta Sûriyê.
Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noël Barrot ragihand ku ew ê dawiya hefteyê serdana deverê bike ji bo tekeziyê li ser bicîkirin û rêzgirtinê li rêkeftina HSD û Şamê.
Barrot diyar kir ku hewldanên serokê Fransa, Sûrî ji rijandina xwînê dûr xistin.
Li gorî Jean-Noël Barrot, rêkeftina Şam û HSDê berjewendiyên ewlehî yê Fransa misoger dike.
Wezîrê Derve yê Fransa her weha got ku divê rêkeftina Şam û HSDê bi awayekî baş were bicîkirin.