Nûçegihanê Welat TV: Ewlehiya Navxwe bi 15 otombîlan derbasî Qamişlo dibe

Nûçegihanê Welat TV: Ewlehiya Navxwe bi 15 otombîlan derbasî Qamişlo dibe

Welat TV - Hewlêr

Hêzên ewlehiya navxwe ya hikûmeta veguhêz a Sûriyê îro derbasî Qamişlo dibin.

Nûçgihanê Welat TV li Qamişlo Idrîs xelîfe da zanîn ku qedexeya çûnûhatinê bi ber vê yekê li Qamişlo hatiye ragihandin.

Xelîfe her weha diyar kir ku li kolanên Qamişlo bi tenê Asayîş û rojnamevanan tên dîtin ji bo romalkirina derbasbûna ewlehiya navxwe.

Nûçegihanê me got jî ku hêzên ewlehiya navxwe dê bi 15 otombîlan derbasî bajarê Qamişlo bibin.

Di vê derbarê de, bazneya ragihandinê ya parêzgeha Hesekê da zanîn ku şandeke ku Berdevkê Wezareta Navxwe Nûredîn El-Baba û fermandarê ewlehiya navxwe li parêzgehê merwan El-Elî li xwe digire berê xwe daye Qamişlo.

Bazneya ragihandinê diyar jî kir ku şand ji bajarokê Şedadê li Başûrê Hesekê berev bajarokê Til Birak bi rê ketiye da ku ji wir derbasî Qamişlo bibin.

Piştî derbasbûna hêzên ewlehiya navxwe, li gorî rêkeftinê, HSD balafirxaneya Qamişlo û dergehên sînorî radestî hikûmetê dike.

►Her weha bixwîne.. Ewlehiya navxwe derbasî bajarê Kobaniyê dibe