Serokatiya ENKS û Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ civiyan

Serokatiya ENKS û Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ civiyan

Welat TV - Hewlêr

Şanda Serokatiya ENKS li gel serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri’ civiya, û tekezî li ser gerentîkirina mafên Kurdan di destûrê de hete kirin.

Serokatiya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ îro li Şamê li gel Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, civiya.

Serokatiya Sûriyê di daxuyaniya xwe de da zanîn, di civînê de, El-Şeri’ tekezî kir ku dewlet bi gerentîkirina mafên Kurdan di destûrê de pabend e.

*ENKS Pêşwazî li mersûma 13 dike    

Serokatiyê her weha got, şanda ENKS, ji aliyê xwe ve, pêşwazî li mersûma jimare 13 kir, û weke gaveke girîng ji bo bihêzkirina maf û taybetmendiya çandî û civakî nirxand.