ENKS: Me banga gerentîkirina mafên netewî yên miletê Kurd kir
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ragihand ku di civîna li gel Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri' de banga gerentîkirina mafên netewî yên miletê Kurd hate kirin.
ENKS daxuyaniyek derbarê civîna li gel El-Şeri' derxist û got ku behsa dozên niştîmanî di nav de doza Kurdî û girtina diyalogê ji bo çareserkirina wan û rêyên avakirina Sûriyeya nû hate kirin.
ENKS behsa helwestên xwe yên niştîmanî ji damezirandina Tevgera Siyasî ya Kurdî ve û banga xwe ji bo Sûriyeya demokratîk bo tevaya Sûriyan û gerentîkirina mafên netewî yên miletê Kurd di çarçoveya Sûriyeya yekbûyî de kir.
Her di civînê de ENKS, pêşwazî li mersûma jimare (13) weke gaveke erênî û giring, kir û banga temamkirina mersûmê û gerentîkirina mafên netewî yên miletê Kurd di destûra Sûrî de kir.
Ji aliyê xwe ve jî serokê Sûriyê tekezî li ser giringiya çareserkirina stemkariya ku li Kurdan bûye kir.
Her weha tekezî li ser giringiya beşdariya Kurdan di proseya avakirinê de û girtina diyalogê û dûrxistina gotara kînê û avakirina baweriya dualî kir.
►Her weha bixwîne.. Serokatiya ENKS û Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ civiyan