Kirîza avê li Kobaniyê dijwar e.. Şarederiya bajêr bangê li aliyên navdewletî dike
Welat TV - Hewlêr
Kirîza avê li Kobaniyê her ku diçe dijwartir dibe û şaredariya bajêr bangê li aliyên navdewletî dike.
Ji 18ê meha bûrî ve, av li ser bajarê Kobaniyê hatiye birîn û xelk dir rewşeke zehmet de dijîn.
14 westegehên ku avê li Kobaniyê belav dikin ji kar derketin û ta niha tu hewl ji bo dubare karkirina wan nahatine encamdan.
Yek ji sedemên vê yekê kirîza elekitîkê ye, ku ev demeke bajar rastî kirîzeke elekitrîkê ya dijwar hatiye.
Di vê derbarê de, îro şaredariya Kobaniyê bang li aliyên navdewletî û rêxistinên mirovî kir ji bo çareserkirina van kirîzan.