El-Malikî: Amade ne hekariyê bi Sûriyê re bikin eger nebe korîdorek bo derbasbûna terorîstan

El-Malikî: Amade ne hekariyê bi Sûriyê re bikin eger nebe korîdorek bo derbasbûna terorîstan

Welat TV - Hewlêr

Berbijêrê Çarçoveya Hemehingiyê bo posta Serokwezîrê Iraqê ragihand ku ew amade ne hevkariyê bi Sûriyê re bikin eger ew careke din nebe korîdorek ji derbasbûna terorîstan re bo Iraqê.

Nûrî El-Malikî di hevdîtinekê de li gel kenala El-Şerqiye ya Iraqî da zanîn: ”Ehmed El-Şeri´ yê ku berê li Iraqê girtî bû, niha serokê Sûriyê ye û qonaxên berê bi dawî bûn”.

El-Malikî diyar kir jî ”ku ew amade ne hevkariyê bi Sûriyê re bikin eger El-Şeri´ wê careke din neke korîdorek ji derbasbûna terorîstan re bo Iraqê”.

Nûrî El-Malikî, Iraq niha alîkariya Sûriyê bi petrol, genim û gelek tiştên din dike.

Derbarê pirsa asankariyên ku Iraq bikaribe pêşkêşî Sûriyê bike eger ew bibe serokwezîr, El-Malikî got: ”Iraq dikare her tiştî li ser astên abûrî, siyasî û ewlehî pêşkêşî Sûriyê bike”.