BCF: Me 321 barhilgir derbasî Cizîrê kirin û 71 ji bo Kobaniyê amade ne

BCF: Me 321 barhilgir derbasî Cizîrê kirin û 71 ji bo Kobaniyê amade ne

Welat TV - Hewlêr

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kongireke rojnamevanî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li dar xist, û dawîn amar û zaniyariyên derbarê karê xwe li Rojavayê Kurdistanê ragihandin.

Berpirsê Doseya Sûriyê li Xêrxwaziya Barzanî, Rewac Hacî di kongira rojnamevanî de diyar kir, ta niha Xêrxwaziya Barzanî 321 barhigirên alîkarî û pêdiviyan derbasî Cizîra Rojavayê Kurdistanê kirine, û pêdivî û alîkarî di qonaxa bê de piştî ku bighe hemû derbideran dê li ser welatî û nişteciyên deverê jî werin belavkirin. 

*Kobanî

Derbarê gihandina alîkarî û pêdiviyan bo Koabnî, berpirsê doseya Sûriyê li Xêrxwaziya Barzanî Rewac Hacî tekez kir, ew amade ne, û karwanê yekê ku ji 71 barhilgiran pêk tê amade ye biçe kobanî, û tenê ew niha li hêviya pesendkirin û erêkirinê ne ku alîkarî û piştevaniyê bighînin.  

*Şêx Meqsûd

Rewac Hacî, Berpirsê Dosya Sûriyê di Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de got, plana me ji bo Hesekê heye û li taxa Şêx Meqsûda Helebê navenda Barzanî ji bo çand û Hunerê tê vekirin.