Mistefa Şêx Mislim: 20 roj in Kobaniyê bê av e
Welat TV - Hewlêr
Rewşa mirovî li bajarî Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê gelekî xerab e û xelk rastî azaran tên.
Parêzer Mistefa Şêx Mislim derbarê rewşa Kobaniyê îro ji Welat TV re da zanîn ku rewşa mirovî li bajêr xerab e û xelkê ji ber vê yekê êşê dikişîne.
Mistefa Şêx Mislim got ku ev 16 roj in elekitrîk li Kobaniyê tune ye her weha av ji heyama 20 rojan ve tune ye.
Şêx Mislim diyar kir ku niha êdî tevger li bazarên Kobaniyê lawaz bûye û kelûpel ji dervê derbas nabin ji ber ku bajar dorpêçkirî ye.
Derbarê rewşa ewlehî li bajêr, Şêx Mislim got ku hêzên ewlehiya navxwe yên hikûmeta Sûriyê derbasî navenda bajêr nebûne lê li gundewarê wî belav bûne û xalên hevbeş di navbera wan û Asyîşa Kobaniyê de tên avakirin.
►Her weha bixwîne.. Kirîza avê li Kobaniyê dijwar e