Wezîrê Derve yê Fransa seredana Şam, Bexda û Hewlêrê dike
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noël Barrot dest bi gereke deplomatîk li Şam, Bexda û Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Fransa ragihand, ku Barrot îro dest bi gera xwe dike ku Sûriye, Iraq û Libnanê li xwe digire.
Li gorî ajansa France Press, wezîrê Derve yê Fransa dê serdana Hewlêrê jî bike û li gel berpirsên pilebilind bicive. Barrot di westgeha xwe ya yekem de li Şamê dê li gel wezîrê derve yê Sûriyê Es’ed El-Şeybanî bicive.
Di vê gerê de Wezîrê Fransî hejmarek dose gengeşe dike, di nav wan de rewşa Kurdan li Rojavayê Kurdistanê.
Beriya du rojan Barro ragihandibû ku ew ê serdana deverê bike ji bo tekeziyê li ser bicîkirin û rêzgirtinê li rêkeftina HSD û Şamê, divê rêkeftina Şam û HSDê bi awayekî baş were bicîkirin.