Trênekê li Tertûsê li otombîlekê da: 13 bûne qurbanî
Welat TV - Hewlêr
Li parêzgeha Tertûsê Trênekê li otombîlekê da û 13 kes bûne qurbaniyên wê bûyerê.
Îro 5ê Sibata 2026an, Tîma Berevaniya Sivîl da zanîn, bûyer li nêzîkî bajarokê Mentar li gundewarê Tertûsê çêbû.
Berevaniya Sivîl da zanîn, Tirênekê li otombîleke veguhestina karkeran da û di encamê de, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 kesên din birîndar bûn.