Serok Barzanî: Tişta ji me hat ji bo rawestandina şer li Rojavayê Kurdistanê me kir
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî li Kongira Mîzoptamiya ya pizîşkî behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û got, tirs ew bû bibe şerê û Kurd û Ereb.
Îro 5ê Sibata 2026an, bi amadebûna Serok Barzanî li Hewlêrê çalakiyên 11emîn Kongira Mîzopotamiya ya Pizîşkî dest pê kirin.
Di kongirê de, zêdetirî 800 bijîşk, pispor û lêkolînerên warê tendirustiyê yên ji her çar parçeyên Kurdistanê, Iraq û welatên cuda yên cîhanê beşdar bûne.
Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir, di beşekî gotarê de behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û got tişta ji me hat me ji bo rawestandina şer li Rojavayê Kurdistanê kir.
Serok Barzanî got jî, tirs ew bû ku bibe şerê Kurd û Ereban, em şer naxwazin lê zordariyê qebûl nakin.