Mezlûm Ebdî seredana Hewlêrê dike
Welat TV - Hewlêr
Mezlûm Ebdî îro seredana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dike.
Li gorî zanyariyên Welat Tv fermandarê HSD mezlûm Ebdî îro Pêncşemê seredana Hewlêrê dike.
Biryar e Mezlûm Ebdî li koşka Serokatiya Herêma Kurdistanê li gel wezîrê derve yê Freansa Jean Noel Barrot bicive.
Di civînê de rêkeftina dawiyê ya di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSD de tê gotûbêjkirin.