Serok Barzanî û Ehmed El-Cerba rewşa Sûriyê gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û serokê Şepêla El-Xed a Sûrî Ehmed El-Cerba civiyan û rewşa Sûriyê gotûbêj kir.
Baregeha Barzanî da zanîn, Îro 5ê Sibata 2026an, li bajarê Hewlêrê, serok Barzanî pêşwazî li serokê Şepêla El-Xed a Sûrî Ehmed El-Cerba kir.
Baregeha Barzanî diyar kir, di civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawiyê li Sûriyê hatin gotûbêjkirin.