Yekem rêbenda hevbeş li Kobaniyê hate danîn

Yekem rêbenda hevbeş li Kobaniyê hate danîn

Welat TV - Hewlêr

Yekem rêbenda hevbeş di navbera Asayîşa Kobaniyê û hêzên ewlehiya navxwe ya hikûmeta Sûriyê de li gundewarê Rojavayê Kobaniyê hate danîn.

Îro Asayîşa Kobaniyê û hêzên ewlehiya navxwe yekem rêbenda hevbeş li navçeya Şêxler danî.

Ev rêbend tê, piştî serdana fermandarê ewlehiya navxwe ya Helebê Mihemed Ebdulxenî ji bajarê Kobaniyê re û civîna wî li gel berpirsên Asayîşa bajêr di çarçoveya bicîkirina xalên rêkeftina HSD û hikûmetê de.

Tevî avêtina gavan ji bo bicîkirina rêkeftina di navbera herdu aliyan de, hîn bajar dorpêçkirî ye û rewşa mirovî lê xerab e.

Di vê derbarê de, şaredariya Kobaniyê ragihand ku ji 18ê meha bûrî ve elekitrîk û ava bajêr hatiye birîn û bi tenê nîv demjimêrekê ji wê demê ve ta niha elekitrîk hatiye.

►Her weha bixwîne.. Mistefa Şêx Mislim: 20 roj in Kobaniyê bê av e