Barrot: Rêkeftina HSD û Şamê dê mafên Kurdan ên sereke bi hêz bike
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê derve yê Fransa ragihand ku ew ê di seredana xwe ya Hewlêrê de li gel fermandarê HSD bicive, û "rêkeftina HSD û Hikûmetê dê mafên Kurdan yên sereke bi hêz bike".
Îro Wezîrê derve yê Fransa Jean Noel Barrot gihişte Şamê û li gel Wezîrê derve Es'ed El-Şeybanî civiya.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê, dawîn pêşhate hatin gotûbêjkirin.
Piştî civînê, Barrot ji rojnamevanan re got ku rêkeftina Hikûmeta Sûriyê û HSD dê mafên Kurdan ên sereke bi hêz bike, her weha dê hewlên jinavbirina DAIŞa terorîst jî bi hêz bike.
Wezîrê derve yê Fransa da zanîn jî ku ew ê îro li Hewlêrê li gel Mezlûm Ebdî bicive û dê rêkeftina HSD û Şamê gotûbêj bikin.