Hêzeke Israîlê rêbendek li Quneytirayê danî

Hêzeke Israîlê rêbendek li Quneytirayê danî

Welat TV - Hewlêr

Hêzeke Israîlê derbasî gundwarê Başûrê Quneytirayê bû û rêbendek danî.

Jêderên xwecihî da zanîn ku îro hêzeke Israîlê derbasî gundê Eyn Zîwan li gundewarê Quneytirayê bû û rêbendek li ser rêya di navbera wî gundî û bajarokê Kodina danî.

Jêderan diyar kir ku ew hêz bi 7 otombîlên leşkerî derbasî wê deverê bû û xelk li ser rêbendê pişkinîn kirin.

Duh jî, Hêzên Israîlê 3 kes li gundewarê Quneytirayê girtin û piştî çend demjmêran ew berdan.

Tevî lihevtêgihiştinan di navbera Sûriyê û Israîlê de, lê hîn tevgera hêzên Israîlê li Başûrê Sûriyê berdewam e, ew hêz hilmetên pişkinînê encam didin.