Encûmena Aştiya Civakî li Hesekê: Hêvîdar in hemû pêkhate xwe dûrî gotara kînê bikin
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Aştiya Civakî li Hesekê bang li tevaya pêkhateyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê kir ku dûrî gotara kînê bin.
Encûmena Aştiya Civakî li Hesekê di daxuyaniyekê de got piştî ku rêkeftina Hikûmeta Sûriyê û HSD kete warê bicîkirinê de, ew tişta di rêkeftinê de hatî derbarê dûrxistina parêzgeha Hesekê bi taybetî û miletê Sûriyê bigiştî,ji rijandina xwînê û tevlîheviyê, dinirxînin.
Her weha mersûma serokatiya Sûriyê ya jimare 13 derbarê miletê Kurd nirxand û tekez kir ku "divê mersûmên bi vî şêweyî ji bo pêkhateyên din jî werin derxistin".
Encûmena Aştiya Civakî li Hesekê di dawiya daxuyaniya xwe de got ku ew hêvî dikin tevaya pêkhateyên Sûriyê bi giştî û yên Cizîrê bi taybetî xwe dûrî gotara handan û kînê bikin.