Mezintirîn hilmeta BCF li Qamişlo dest pê dike: Rojane 500 malbat sûdmend in

Welat TV - Hewlêr

Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di alîkariya derbiderên li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê de berdewam in û îro hilemeta herî mezin dest pê kir.

Tîmên dezgehê dest bi gihandin û belavkirina alîkariyan li ser wan derbiderên ku di nav malan de li Qamişlo dimînin, kiri.

Karzan Nûrî berpirsekî dezgehê ye ji Welat TV re got, Em ê rojane alîkariyan bighînin 500 malbatên derbider ku di nav malan de dimînin.

Li gorî wî berpirsî, rojane nêzîkî 2500 derbiderî dê sûdmend bin.

"321 berhilgir derbas kirine"

Li gorî dawîn amar ji Berpirsê Doseya Sûriyê li Xêrxwaziya Barzanî, Rewac Hacî derketine, heta niha 321 barhilgir derbasî Cizîrê kirine û 71 ji bo Kobaniyê amade ne li benda pejrandina derbasbûnê ne.