Domîz.. BCF alîkarî pêşkêşî malbatên şehîd û birîndarên Pêşmergê Roj kirin

Domîz.. BCF alîkarî pêşkêşî malbatên şehîd û birîndarên Pêşmergê Roj kirin

Welat TV - Hewlêr

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî li ser malbatên şehîd û birîndarên Pêşmergê Roj li kampa Domîz li parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê dabeş kirin.

Bi hemahengiyê li gel ”Tora Wefadarên Rêbaza Barzanî” û Dezgeha Şehîdên Kurdistan - Sûriya, Xêrxwaziya Barzanî selikên xwarinê li nivîsgeha Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li ser malbatên şehîd û birîndarên Pêşmergê Roj dabeş kirin.

Di lêdwaneke taybet de ji Welat TV re berpirsê ”Tora Wefadarên Rêbaza Barzanî li Rojavayê Kurdistanê” Tinzan Ebdela ragihand, me kartên tendirustî ”50 % daşkandin” li ser wan malbatan dabeş kirin, ji bo kêmkirina têçûna çareserkirina tendirustî li nexweşxaneya Vîn li Duhokê.

Li ser fermana Serok Mesûd Barzanî hêzên Pêşmergê Roj sala 2012an hatin damezrandin, Pêşmergê Roj bi dehan şehîd û birîndar di şer rûberûbûna rêxistina DAIŞ a terrorist pêşkêş kirin.