Wezareta Perwerdeyê: 200 hezar xwendevanî li Reqa dest bi xwendinê kiriye
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Sûriyê ya Veguhêz ragihand ku bi sedan dibistan li Reqa careke din hatine vekirin, û bi dehên hezarên xwendevanên parêzghê dest bi xwendinê kiriye.
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê, got bêtirî 200 hezar xwendevanî li Reqa niha dest bi xwendinê kiriye û bêtirî hezar dibistanî careke din hatine vekirin.
Wezaretê her weha got, pilaneke gişgir daniye ji bo dubare avakrina jêrxaneyên perwerdeyê li parêzgehê û dê hemû pêdivyan ji bo vê yekê dabîn bike.
Ji ber şerûpevçûnan, xwendin hatibû rawestandin û deriyên dibistanan hatibûn girtin.