Sûriyê û Si'ûdiyê hejmarek girêbestên stratejîk îmze kirin
Welat TV - Hewlêr
Îro Şemiyê, Sûriyê û Si'ûdiyê hejmarek girêbestên stratejîk îmzekirin.
Li Koşka Gel li Şamê û bi amadebûna serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri', Sûriyê û Si'ûdiyê hejmarek girêbestên girêdayî kartên balafirvanî, pêwendî, jêrxane û pêşxistina xanûberî, îmze kirin.
Serokê Desteya Weberhênanê ya Sûriyê Telal El-Hîlalî got ku armanc ji îmzekirina van rêkeftinan bihêzkirina jêrxaneya karta pêwendiyan e û her weha damezrandina kompaniyeke Sûrî Si'ûdî ji bo bihêzkirina girêdana esmanî ye.
Di nav girêbestên Sûriyê û Si'ûdiyê de, projeya pêşxistina balafirxaneya Helebê ya Navdewletî ya nû û başkirina balafirxaneya niha, heye.
Her weha pirojeyek ji bo pêşxistina jêrxaneya pêwendiyan ji bo bihêzkirina xizmetguzariyên Internêtê heye.