Berbijêrê HSD bo posta parêzgarê Hesekê dest bi dewamê kir

Berbijêrê HSD bo posta parêzgarê Hesekê dest bi dewamê kir
Berbijêrê HSD bo posta parêzgarê Hesekê dest bi dewamê kir

Welat TV - Hewlêr

Berbijêrê HSD bo posta parêzgarê Hesekê li avahiya parêzgehê dest bi dewamê kir û li gel berpirsê Ewlehiya Navxwe ya parêzgehê civiya.
  
Îro berbijêrê HSD bo posta parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed ji avahiya parêzgehê dest bi dewamê kir, û di heman demê de ala Sûriyê li ser avahiya parêzgehê hat bilindkirin.

Berpirsê Ewlehiya Navxwe ya parêzgeha Hesekê Merwan El-Elî jî amade bû. Herdu aliyan civîneke girtî encam da.

Piştî civînê Merwan El-Elî di kongireke rojnamevanî got ku rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSD de gav bi gav bi rê ve diçe.

Got jî: "Dergehê Sêmalka wê di bin kontrola hHikûmetê de be. Hemû derbider dê li cî û warên xwe vegerin".