Endamekî hêzên hikûmetê li Siwêdayê 4 sivîl kuştin û yekî din birîndar kir
Welat TV - Hewlêr
5 sivîl li gundekî Siwêda ku di bin kontrola hikûmetê de ye, bûn qurbaniyên gulebaraneke endamekî hêzên hikûmetê li deverê.
Jêderan got, 4 ciwan ji aliyê endamekî hêzên ewlekariya navxwe yên hikûmetê, li gundê Mitûnê li gundewarê Siwêdayê meydanî hatin kuştin û kesekî din jî birîndar bû.
Gundê Mitûnê di bin kontrola hikûmetê de li Siwêdayê ye, û wan sivîlan molet ji hikûmetê standibû u biçin nav zeviyên xwe da çandiniyê bikin.
Fermandarê Ewlekariya Navxwe yê Siwêda Emîd Husam El-Tehan di daxuyaniyekê de da zanîn, wan lêkolînên destpêkî di bûyerê de kiriye, û diyar bûye ku endamekî ewlekariyê tawan encam daye, û encamderê tawanê hat girtin û niha lêpirsîn pê re tên kirin.
El-Tehan her weha diyar kir, ew her binpêkirinekê li dijî welatiyan red dikin, û dê hemû rêkarên yasaî yên tund dermafê her kesekî ku destdirêjî û binpêkirinan bike, bistînin.