Teqîna sobeyekê li Himsê bû sedema mirin û birîndarbûna 15 kesan

Teqîna sobeyekê li Himsê bû sedema mirin û birîndarbûna 15 kesan

Welat TV - Hewlêr

Di encama teqîna sobeyeke mazotê de li taxeke Himsê 15 sivîl bûne qurbanî.

Ajansa SANA li ser zarê fermandarê operasyonan ê Berevaniya Sivîl li Himsê diyar kir, duh bi şevê, şewatek li nava xaniyekê li taxeke Himsê çêbû, di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da ji wan 3 hin in, û 10 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor SANA, şewat ji ber sobeyeke mazotê çêbûye, û ew kesên ku hewl dane ji ber şewatê birevin rastî xenqînê hatin û bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.