Ni´met Dawûd: Civînên ENKS li Şamê dîrokî ne û di demeke nêzîk de Şanda Kurdî jî diçe

Welat TV - Hewlêr 

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Ni´met Dawûd, da zanîn ku civînên ENKS li gel Ehmed El-Şeri´ û Ees´ed El-Şeybanî dîrokî ne.

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Ni´met Dawûd ji Welat TV re behsa naverok û encamên civîna xwe li gel serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz kir û got: Civînên me dê gotara li dijê Kurdan bi dawî bikin.

Dawûd da zanîn ku Me pêşwazî li mersûma jimare 13 a serokatiya Sûriyê kir û El-Şeri´ doza Kurdî qebûl dike.

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Ni´met Dawûd, tekez kir, Me pêşwazî li rêkeftina HSD û hikûmetê kir û hêvîdar in şerekî din dernekeve.

*Şanda Kurdî ya hevbeş

Li ser çûna Şanda Kurdî ya hevbeş Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Ni´met Dawûd da zanîn ku Hikûmeta Sûriyê amadebûna xwe ji pêşwaziya şanda Kurdî ya hevbeş re nîşan da. Şanda ENKSê ne şûngir e ji şanda Kurdî re û di demeke nêzîk de, ew şand diçe Şamê.

*Serdana Qeterê

Derbarê, serdana welatê Qeterê Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Ni´met Dawûd diyar kir, li ser daxwaza Qeterê me serdan kir, rola wî welatê di doseya Sûriyê de girîng e, û wezîrê dervê yê Qeterê amadebûna xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan da.